Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sizaya bidarvekirinê bi ser 11 welatiyên Kurd de hatiye sepandin

11:25 - 18 Kanûna pêşîn 2024

11 welatên Kurd ji aliyê dadgehên rêjîma Îranê ve sizaya bidarvekirinê bi ser de hatiye sepandin û metirsiya sepandina sizaya bidarvekirinê bi ser 8 welatiyên din ên Kurd de heye.

Rêjîma Îranê bi awayekî nemirovane bi belgeyên sexte û gelek caran bi tohmetên wek “Bexî, îfsad fî erz, miharibe û heta sîxurîkirin” bi îtirafa bi zorê li jêr îşkence û gefxwarinan de sizayê bidarvekirinê bi ser azadîxwazan de bi taybet ên gelê Kurd de disepîne.

Pêka dawî amaran, 6 girtiyên siyasiyên Kurd ên bi navên “Pexşan Ezîzî, Wirîşe Muradî, Hatem Ozdemir, Yûsif Ehmedî, Mihrab Ebdulazade û Hemîd Husênnijad Heyderanlû”, bi tohmetên Bexî û Miharibe”, sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatiye sepandin û niha li jêr gefa bidarvekirinê li girtîgehên rêjîmê li bajarên “Urmiye, Sine û girtîgeha Êvîn”ê de ne.

Dosyeya 4 ji wan girtiyên siyasî, bo dadgeha bilind a rêjîmê hatine şandin û li benda pêregihîştina dubare bi wan dosyane ne lê sizaya bidarvekirinê ya Hatem Ozdemir û Yûsif Ehmedî, li dadgeha bilind a rêjîmê de hatine erêkirin û eger û metirsiya bidarvekirina wan li demeke nêz de heye.

Herwisa 5 girtiyên din ên siyasiyê Kurd ên bi navên “Şahîn Wesaf, Azad Şucaî, Resûl Ehmed Resûl, Adrês Alî û Nasir Bekirzade” jî bi tohmeta “sîxurîkirin bo Îsraîl” li dadgeha inqilab a rêjmê li bajarê Urmiyê de sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatiye sepandin.

Rêjîma Îranê tevî hemû huşdarîdanên navnetewî, bidarvekirin û sepandina sizaya bidarvekirinê wek alavek bo serkutkirin û tepeseriya zêdetir a xelkê Îranê bi tyaybet gelê Kurd û Belûç, bi kar tîne.