Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îtirafkirina serkomarê rêjîmê bi dizî li şewatê û neşiyana rêjîmê li çareserkirina pirsgirêkan

11:50 - 18 Kanûna pêşîn 2024

Serkomarê rêjîmê îtiraf kir ku “rojane 20 milyon lîtir şewat piştî berhemanî li Îranê de bêserûşûn dibe û ew li halekê de ku berhemhêner û hinardeker em bi xwe ne û me gelek pirsgirêk hene”.

Mesûd Pizişkiyan, serkomarê rêjîma Îslamiya Îranê li civîna saziya Bername û bûdce ya rêjîmê ku li deng û rengê rêjîma Îranê belav bûye, bi eşkere û tekezî ragihand ku li halekê de em berhemhêner û hinardeker û dabeşkerê şewatê ne , rojane zêdetir ji 20 milyon lîtir şewat bêserûşûn dibe”.

Herwisa nabirî tevî îtirafkirin bi neşayana rêjîmê li çareserkirina pirsgirêkan de daye zanîn ku “gelek pirsgirêkên çeresernekirî hene”.

Spaha pasdaran a terorîst, beyta rehberî û herwisa hejmarek ji karbidestên ser bi Elî Xamineyî, bi awayekî kontrolnekirî û dûr ji hemû çavdêriyan, ticaret bi neft û gaza xelkê Îranê dikin û tevî ku ti dahatekê bo banka navendî navegerînin, ji her cure lêpirsînek li vê derheqê de jî parastî ne.

Bi sedema gendelî û diziya sîstematîk a şewatê û herwisa diziyên mezintir ên şewatê ji aliyê berpirsên rêjîmê, berq, gaz û çewatên din li Îranê gelek kêm bûne û tevî pirsgirêkên rojane, beşeke zêde ji wizegehên berqê, navendên berhemanîn ên curbicur karê xwe sekinandine.

Pêka gotina wezîrê wize yê rêjîmê, 13 wizegehên din ên berhemanîna berqî li Îranê de karê wan ê berhemanînê bi sedema nebûna şewatê, sekinine.

Pêka rapora Reutrsê, spaha pasdaran zêdetir ji nîveya hinardekirina nefta Îranê qurix kiriye û roj bi roj kontrola xwe li ser neft û gaz û herwisa hinardekirina vê zêdetir dike.