
Li halekê de ku rêjîma Îranê zêdetirîn paşkevta nefta reş heye, bi cihê deyna 11 milyard Dolarî, nefta reş ji Îraqê verdigre û xuya nîne ku li çi cihekê de difroşe û dahata vê jî nexuya ye.
Bi sedema dorpêçên Amerîka bo ser rêjîma Îranê, dewleta Îraqê nikare 11 milyard Dolar deyna xwe ya hawirdekirina berqê bide, lê rêjîma Îranê bi cihê wergirtina hewcehî û alavên hewce bo xelkê Îranê, nefta reş ji Îraqê verdigre, ew li halekê de ye ku zêdetirîn paşkevta nefta reş lî Îranê ye û enbarên tejî nefta reş li Îranê de hene ku rêjîma Îranê li berhemanîna berqê û pîşeyên din de bi kar tîne.
Pêka raporên belavbûyî, niha her rojê zêdetir ji 190 hezar bermîl nefta reş bi tacirên rêjîma Îranê dide lê xuya nine ku dahata vê neftê bo banka navendî vedigere an ne.
ti welat an aliyek nefta reş a Îranê nakire, lewma rêjîma Îranê bi neçarî nefta reş paşkevt dike û enbar tejî bûne û êdî nikare nefta zêdetir paşkevt bike, xuya nîne rêjîma Îranê vê nefta reş ku ji dewleta Îraqê verdigre, bo çi cihekê vediguhaze an bi navê nefta reş a Îraqê bi ti kes an welatekê difroşe.