Hejmara 486an a rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin
Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de, helwêstên Hizba Dêmokrat û gotarên nivîskar û xebatkaran û nûçeyên mafê mirovî û mijarên cuda cuda hatine weşandin ku mijar û gotarên vê hejmara Agirî wiha ne:
Manşêt Rûpela 1- Peyama Navenda birêveberiya Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê Bi hilkefta 2 yê rêbendanê, 79emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê.
Rûpela 2- gotara – Doma Peyama Navenda birêveberiya Hizbê Bi hilkefta 2 yê rêbendanê, 79emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê.
Rûpela 3- gotara - Guherînên li rojhelata navîn û derfeta ji bo kurdan, ji nivîsa Mihemedsalih Qadirî.
Rûpelên 4- gotara - Rojhelata Kurdistan li derwazeya Guhertinê de, ji nivîsa Dr. Mecîd Heqî.
Rûpelên 5- gotara - Rojava, Derfet, berpirsyarî û berjewendî, ji nivîsa Elî Munezemî.
Rûpela 6- gotara - Pêşhateyên heyî îro zêdetir hevkarî û tifaqan weke erkek netewî derdixe pêş me, ji nivîsa Cano Amedî.
Rûpela 7- gotara - Trump vegeriya û Îran hêj bombeya Etomî dixwaze, ji nivîsa Eskender Ceiferî.
Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî têne dîtin.
Rûpela 8 - Daxuyaniya Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokrat li derheq erêkirina sizaya bidarvekirina Pexşan Ezîzî ji aliyê rêjîma Îranê ve. Herwisa beşa 3 a gotûbêja digel nivîskar Seîd Veroj taybet bi pitoka Dr. Şukrî Mehmed Sekban (1960-1881).
Rûpela 9 – gotara - Rojavayê Kurdistanê û astengiyên niha, ji nivîsa Ebdulezîz Qasim.
Rûpela 10- gotara - Tirs û derevên rayedarên Komara Îslamiya Îranê, ji nivîsa Hesen Mukerem.
Rûpela 11- Çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma Îranê li Kurdistan û Îranê de hatine weşandin.
Rûpela 12- dawî rûpela hejmara nû a Rojnama Agirî, postêrek taybet bi bîranîna 2 yê Rêbendanê 79 emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê . Ev postêr bi dîzaynêrî û kêşana Serbest Urmiye hatiye amade kirin.
Herwisa rojnama Agirî ji aliyê Xelîl Mîlanî ve hatiye dîzayînkirin.
Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin û weşandin.
Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.