Daxûyaniya hevpar a hizb û aliyên siyasiye Rojhilatê Kurdistanê bo mangirtina giştî li roja Çwarşemiyê 3ê Rêbendanê
Civatên xelkê azadîxwaze Kurdistanê!
Di rewşekê de ku bihatî û bêkarî, û nedarî û dehan kirîz û pirskirêkên abûrî, xizmetguzarî û nebûna heçî cure azadiyekî siyasî beroka civatgeha Kurdistan û Îranê girtiye, di cihê bersivdan bi xwest û daxwazên xelkê, rêjîmê şûrê bi dijî girtiyên siyasî ji kalan kêşaye û sizayê bidarvekirinê bi ser dehan xebatkarên siyasî li Kurdistanê û seranserî Îranê de sepandiye. Li vê derheqê de bi taybet bi sedemê egera bidarvekirina Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî, hewceye pêngavên bilez bêne havêtin li pêxema rizgarkirina wan ji benkê sêdarê. Yêk ji wan pêngavên ku hewceye bête havêtin, birêve çona mangirtina giştî li Kurdistanê ye.
Mangirtina giştî û girseyî li Kurdistanê de berdewam wekî rêka berxwedanekî medenî li demên dijvar û hewce de, bûye adetekî cihgirtî li civatgeha pêşkevtiye Kurdistanê de. Îro ku em li nava yêk ji wan demên dîrokî de ne, hewceye îradeya girseyî li tevgêrekî jêhatî de xwe bide xûya bo evê ku pêşya tirajîdiyayekî dinê bigre û canê komek mirovan xelas bike ku çi karek jibilî xoşvaniya xelkê û xebat li pêxema azadî û wekheviyê de nekirine. Bêguman ev yêkgirtina girseyî ku li şêwazekî medenî û aştîyane de xwe dide xûya, dikare carekî din herwekî çawan li şorişa Jin, Jiyan, Azadî yê de, Kurdistan xwediyê peyama xebat û berxwedanê bo hemî xelkê li seranserî Îranê de bû, ducarî bibe. Ev hereketa hevdem bi denghatin û piştevaniyeke bo wan girtiyên siyasî û xebatkar ku hemî rojên Sêşemiyan li pitir ji 30 girtîgehên Îranê de, ku bi mangirtina bivêrane ye xwe a “Neb bo bidarvekirinê” dengê xwe bilin dikin.
Em hizb û aliyên siyasiye ku navê me li vê daxûyaniya hevpar de hatiye, daxwazê ji hemî xelkê xebatkarê Kurdistanê dikin ku roja Çawarşemiyê 3 ê Rêbendana 1403 a rojî, li seranserî Kurdistanê de mangirtina giştî bi dijî sepandina sizaya bidarvekirina lorîkên me beşdariyê bikin û herwisa tev navendên kar, bazar û xwendinê bêne daxistin. Bi wî awayî hêza yêkgirtî a gel li pêxema bidestvehatina armancên siyasî û mirov de bilez bila bête nîşandanê.
Ev pêngava pêşî girtinê derfeteke bo rizgar kirina canê mirovan û hevdem rêgirî kirine ji tazîbarbûna pitir a malbatan. Bila carekî din em nîşan bidin ku Kurdistan li hember sizayên wiha nemirovane de bê deng nabe û xwedî helwêste.
Serkeve yêkitî û yêkrêziya xelkê Kurdistanê
Partiya Azadiya Kurdistanê PAK
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK
Komela Şorişgêr a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê
Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê
Komela Zehmetkêşên Kurdistanê
Komele- Rêkxistina Kurdistanî a Hizba Komonîst a Îranê
30ê Befranbara 1403 a Rojî
19ê Kanûna Duyem a 2025 a Zayînî