Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên berfireh ên teblîxî bi hilkeftya 2ê Rêbendanê berdewam in

16:51 - 20 Kanûna Paşîn 2025

Bi hilkefta 2ê Rêbendanê li 79emîn salvegera avakirina Komra Kurdistanê, çalakiyên teblîxî bo pîrozkirina vê roja pîroz li gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi awayekî, bi rê ve diçin.

Endamên bivêr û têkoşerên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta 2ê Rêbendanê, li 79emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê çalakiyên berfireh ên teblîxî li gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de bi rê ve dibin û trakt, postêr û wêneyên taybet bi vê roja pîroz belav dikin û li hinek cihan de jî alaya pîroz a Kurdistanê bilind bilind kirin.

Beşek ji wan çalakiyên berdewam ên nû li wan cihan de bi rê ve çone: nav bajar û gundên “Asnawê, Zimê û Alkawê” ên ser bi bajarê Şinoyê, bendava Kazimî û gundê Derzîwelî li Bokanê, gundê Sertan ser bi bajarê Mihabadê, li devera Xurxure ser bi bajarê Seqizê li gundên “Masiyer, Qozlûya Sofiyel, Çapan a serî, Çapan a nişîv, Çinare, Hanemîran, Qişlaxa Mile, Kanî Seyîd, Xurxure, Mewlanawa û Masiyera Şêx”.

Herwisa li gundên “Konde û girde Yaqûb” û bajaroka Guyêktepe ser bi bajarê Mihabadê, Kultepe, taxên bajarê Bokabnê ên“Çarrêya Şaredarî, Feremandarî, Şeqama Ebûzer, Şeqama Amûziş û Perweriş û rêya Hesar” û gundên, “ Pîolî baxî, pîrbadîn, Paşbilax, Baxçe, Qadirawa û Girawê ser bi bajarê Bokanê.

Li bajarê Pîranşarê jî li gundên Nemincê, Çiyane û Qelatere”ê, herwisa li naw bajar û li gundê “Mêraw” ser bi bajarê Sinê, gundên “Talaw, Hobey Talaw, Mercanawa, Dême Sor, Tazekend, Gewcawa, Gezelên û Dêweysaxa, Qemterê”yê ser bi bajarê Mihabadê.