Yadê Komara Kurdistan li cem her Kurdekê û li hemî parên Kurdistanê pîroz tê nirxandin û her kurdek xwe xwediyê Komarê dizane û heçî part û aliyên siyasî yên xebata netewî komara Kurdistan bi ya xwe dizanin û xwe şopênerê rêbaza Pêşewa Qazî Mihemed Serkomarê Kurdistanê dizanin û gorî derfetan hemî salê ev yad tête pîrozkirin.
Her bi vê hilkevtê anku 79 emî salvegera avakirina Komara kurdistanê Partiya Welatparêzên Kurdistanê li Bakûrê Kurdisatnê vexwandinek belav kiriye ku dixwaze semînarekê bi hilkevta salyada Komara Kurdistanê lidar bixe.
Partiya Welatparêzên Kurdistanê li banghêşa bo vê semînarê de ragihandiye: 79emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê de (Mahabad) em ê semînerekê lidarbixin.
Em tev Hizb û aliyên siyasî û rewşenbîrî û kesayetiyên siyasî û xebatkar yê netewî banghêjê Semînarekê dikin ku dê demjimêr 1 ê Nîvro li roja Çarşemiyê 22 yê Kanûna Duyem a 2025 an dê li navenda şaxa Batmanê a vê partiyê de bi rê ve biçe.
Partiya Welatparêze kurdistanê di vexwandina xwe de ku belav kiriye radigehîne ku beşdariya we Bêşdarîya we şanazîya me ye.