Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Eniya Yekgirtiy a Kurd bi hilkefta 2ê Rêbendanê daxuyaniyek belav kir

11:41 - 21 Kanûna Paşîn 2025

Li 79emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê, Eniya Yekgirtiya Kurd tevî pîrozbahîkirina vê roja pîroz a dîroka Kurdistanê, daxuyaniyek belav kir.

Eniya Yekgirtiya Kurd tevî pîrozbahîkirina 2ê Rêbendanê li 79emîn salvegera avakirina yekem Komara Kurdistanê, daxuyaniyek belav kir, li beşeke vê daxuyaniyê de hatiye: Ragihandina sîstema Komarî li rewş û merceke dîrokî-cografiyayî de karek bê mînak û bivêrane bûye.

Herwisa li beşeke din a vê daxuyaniyê de hatiye ku Komara Kurdistanê li halekê de temenek kin hebûye, lê tejî destkevtên giranbiha û watedar bûye û tevî hemû givaşên hemû aliyane, bi şiyan û kêrhatiya xwe karî curek xwe û devera jêr desthilata xwe, bi rê ve bibe ku karlêkerî û bandora vê heta îro jî li ser civaka Kurdistanê maye û gelê Kurd wek nostaljiyekê mêzeyî vê dike û hêviya dubarebûna vê dike.

Li dawiya vê daxuyaniyê de tevî pîrozkirina vê roja mezin li hemû kurdek nasnamexwaz û rêvîngên Kurdayetiyê, daye zanîn ku Komara Kurdistanê, giringtirîn û rewşentirîn destkevta rikeberiya bê rawestan digel sitemkariyê bûye bo gihîştin bi serweriya siyasî a xelkê me li Rojhilatê Kurdistanê û bo gihîştin bi maf û azadiyê bûye.