Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sîmpoziyuma "Diplomasiya bo Demokrasî û Azadiyê" ya PDKÎ hat lidarxistin

13:57 - 13 Îlon 2026

Navenda Peywendiyên Derve ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê di rojên 20 û 21ê Xermanana 1405an de, li bajarê Zurîxa Swîsê sîmpoziyumek bi navê «Diplomasiya bo Demokrasî û Azadiyê» li dar xist. Ev civîn bi amadebûna nûner û berpirsên peywendiyên derve yên Hizbê, ji bo nirxandina çalakiyan û diyarkirina karên pêşîn di vê rewşa hestiyar de hat encamdan.

Sîmpoziyum bi axaftina Hîwa Behramî (Berpirsê Navendê) dest pê kir û piştre peyama Mistefa Hîcrî, Sikirtêrê Giştî ê Hizba Dêmokrat, hat pêşkêşkirin. Di peyamê de tekezî li ser giringiya karê bikomî, beşdariya jin û ciwanan û xurtkirina peywendiyan ligel navendên lêkolînê hat kirin.

Herwisa Dr. Rubina Greenwood (Seroka UNPO) û Mercè Monje Cano (Sikretêra berê ya UNPO) bi awayekî serhêl û rasterast axivîn û bal kişandin ser giringiya diplomasîyeke berdewam, pîşeyî û hevgirtî. Her di vê çarçoveyê de, Dr. Dawud Resulî mijara "Diplomasiya Kesk" û bandora Êkosîstimê li ser mafên mirovan şîrove kir.

Di sîmpoziyumê de rola diyasporaya Kurd, dîplomasiya parlementoyî û geşedana mafên neteweyî yên gelê Kurd di Îrana paşerojê de hatin gotubêjkirin. Armanca bingehîn a civînê amadekirina bingeheke bihêztir û pîşeyîtir bo peydakirina piştevaniya navdewletî ji bo doza Kurdistanê bû.