Donald Tiramp, Serkomarê Amerîkayê, ragihand ku şer digel rêjîma Îranê dê zû bi dawî bê û tekezî li ser vê yekê kir ku rejîma Tehranê bi ti awayî nabê bibe xwediyê çekên etomî, ji ber ku ev yek ewlehiya cîhanê dixe metirsiyê de.
Tiramp amaje bi vê yekê kir ku desthilatdarên Îranê hewl didin hilbijartinên Kongreyê paşte bixin, lê got: «Îran nikare xwediyê çekê etomî be. Ger ew xwediyê çeka etomî bin, dê Îsraîl û Rojhilata Navîn biteqînin û dê êrîşê bikne ser Ewrûpa û Amerîkayê.»
Serkomarê Amerîkayê herwisa tekezî li ser serkeftina hêzên welatê xwe kir û got: kontrola tevahî ya Tengava Hormozê di dest Amerîka de ye û dorpêçên deryayî ya li dijî Îranê bi awayekî herî baş tê berdewamkirin.
Tiramp di dawiyê de got ku Tehran gelek dixwaze bigihîje rêkeftinekê, lê hîn jî amade nîne. Wî herwisa got ku bi dawîhatina zû ya vê aloziyê, bihaya neftê di bazarên cîhanê de dê bi awayekî berbiçav dakevîne.