Hêza Esmaniya Erebistanê bi belavkirina wêne û girtevîdyoyên êrîşa bo ser Hûsiyên Yemenê daye zanîn ku çeper û hêzên Ensarullah a Yemenê li bajarê qiraxaviya El-Moxa û derdora vê û herwisa devera Marib de kirine armanc û derbên giran li wan xistine.
Şerê li navbera Erebistan û Hûsiyên Yemenê ku yek ji girûpên milîşiyayî ên ser bi rêjîma Îranê ye, li çend rojên derbasbûyî de gelek tuntir bûye û niha ev şer li qonaxeke hestiyar de ye û dorpêçkirina Hûsiyan ji aliyê hêzên dewleta Yemenê bi piştevaniya Erebistanê bertengtir dibe.
Pêka girte vîdyoyên belavbûyî, hêzên dewleta Yemenê rû bi devera “El-Cewf” ve diçin û heta 170 kîlometriya bajarê Sen’ayê bi pêşve çone û bi vê sedemê givaşeke zêde kevtiye ser Hûsiyan û şer kevtiye qonaxeke hestiyartir û yekalîker.