Li pevçûnek çend demjimêrî a çekdarî de li bajarê Serawana Sîstan û Belûçistanê, sê çekdarên sipaha terorist a pasdaran û çend kesekî din ji aliyê hember hatine kuştin.
Hêzên Sipaha terorist a pasdaran, roja Şemî 21ê Xermananê ragehand ku li pevçoneke çekdarî ligel girûpek çekdar de, sê kes li hêzên Sipaha pasdaran hatine kuştin.
Herwisa behsa kuştina çar kesan ji aliyê hember hate kirin.
Malpera Hallweşê li raportekê de belav kiriye ku ev şer û pevçon zêdetir ji sê demjimêran berdewam bûye.
Li gorî çavkaniyên xwecihî ên Belûçistanê, sedan çekdarên rejîmê bo Devera Pexşanê hatine şandin û şerekî giran li vê sînorê de qewmiye.
Gorî zaniyariyan çekdarên nenaskirî êrîş kirine ser çendîn binkeyên spaha pastaran.
Rêjîmê bo şerê hemberî wan çekdaran, dironan û çekên giran bikar anîne.
Hêjayê gotinê ye ku sipaha pasdaran çend malek xelkê ku nêzî cihê şer bûye, dane ber gule arpîcî û narincokan.
Rejîmê behsa kuştina 3 kes ji hêzên xwe kiriye, lê hûrgiliyên zêdetir belav nekirin.
Heya dema belavbûna wî nûçeyê, ti girûpekê berpirsyariya wê êrîşê nekişandiye sitûyê xwe.