Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdebûna givaşên berpirsên girtîgehên Îranê li ser girtiyên siyasî

13:49 - 13 Îlon 2026

Navenda Mafê Mirovan a Îranê di raporekê de ragihand ku li girtîgeha Urmiyê givaşek zêde li ser girtiyan, bi taybetî girtiyên siyasî heye. Rêvebirê girtîgehê biryar daye ku Yexçal û televîzyonên ku ji ber destê girtiyan de heye bên komkirin.

Roja Çarşemî, 18ê Xermananê, girtiyan li dijî vê biryarê nerazîbûna xwe nîşan dan û gotin ku ev hebûna wan alavan mafê destpêkî ya girtiyan e û divê piştî komkirina wan dîsa bi têçûya xwe ya şexisî wan bikirin.

Ev biryara berpirsên girtîgehê di demekê de hatiye ku gelek ji pêdiviyên bingehîn yên girtiyan ji aliyê girtîgehê ve nayên dabînkirin û girtî an jî malbatên wan neçar in bi pereyê xwe wan dabîn bikin.

Li gorî çend raporan, li girtîgeha Urmiyê rêvebirê girtîgehê destûr daye ku gelek amûr û pêdiviyên bingehîn, wekî Yexçal û televîzyonên odeyên girtiyan, bi taybetî yên girtiyên siyasî, bên komkirin.

Berê jî raporên li ser kêmbûna pêdiviyên bingehîn û nerazîbûna girtiyan li girtîgeha Urmiyê ji ber nebaşbûna xwarin û kêmbûna xizmetguzariyan hatibûn belavkirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, berpirsên girtîgeha Urmiyê ti rohinkirinek li ser sedema komkirina van amûran û bêparhiştina girtiyan ji bingehîntirîn mafên xizmetguzariyê nekirine.