
Êwara roja Yekşemî 30ê Befranbarê, bi, rêûresmek taybet bi 2ê Rêbendanê li 79emîn salvegera avakirina Komra Kurdistanê, ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Dêmokrat ên Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Hewlêrê de hate lidar xistin.
Rêûresm bi sirûda netewiya “Ey Reqîb” û xulekek bêdengî bo rêzgirtin ji rihê paqijê şehîdan, dest pêkir.
Piştre peyama Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokrat bi hilkefta 79emîn salvegera avakirina Komra Kurdistanê ji aliyê “Mihemedsalîh Qadirî” berpirsê Pêwendiyên Hizba Dêmokrat li Hewlêrê, hate pêşkêşkirin.
Peyama rêkxiravên Dêmokratîk ên Hizba Dêmokrat wek “Ciwanan, Xwendekaran û Jinan” ji aliyê Pêşewa Elîpûr, Sekreterê Yekîtiya Ciwanên Dêmokrat ên Rojhilatê Kurdistanê ve hate pêşkêşkirin.
Li beşeke din a rêûresmê de helbesta “Jiwangey Xemilîw” ji aliyê Mamosta Bêbeş Pîrotî” ve hate pêşkêşkirin.
Herwisa helbestek a bi navê “Pêşewa Qazî” ji aliyê helbestvanê nûgihan ê bajarê Koyê, “Bedirxan Koyî” ve pêşkêşî beşdarbûyên rêûresmê hate kirin.
Li beşeke din a vê rêûresmê de çend govend û dîlan ji aliyê koma Dîlan a “Yelda”yê ve bi serperestiya “Pêşewa Şoriş Qazî” ve pêşkêşî beşdarbûyan hatine kirin.
Di vê rêvresmê de çendîn sirûd û sitranên şorişvanî ji aliyê korsa huneriye yêkitiya civanan û Osman Rehmanî û Wahid Muhacir ve hatne pêşkêşkirin.
Rêûresim bi çend starên keyfxweşiyê ji aliyê hunermend “Rizgar Şerefkendî” û bi govend û dîlana beşdarbûyan bi dawî hat.