Hejmarek ji çalakvanên kedkarî û jîngehparêzî yên xelkê bajarê Sinê, ji aliyê dadgeha înqilab a rêjîmê li wî bajarî, hatine banghêjkirin ku yek ji wan bavê Şehîd “Hûmen Ebdulahî” yê tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê ye.
Pêka rapora Hengawê, di vê dawiyê de “Sûsen Rizayî, Îqbal Şebanî, Ferdîn Mîrekî, Xalid Husênî, Şeys Emanî, Cemal Esedî û Ferşîd Ebdulahî” ji aliyê taya 2 a Dadgeha înqilab a rêjîmê li bajarê Sinê de bi serokatiya "Mêhran Remezanî" ve hatine banghêjkirin.
“Ferşîd Ebdulahî”, bavê Şeîd “Hûmen Ebdulahî” ye ku li tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê de hate şehîdkirin.
Rêjîma Îranê tohmetên wek "hewldan bo alozkirina aramiya giştî" û herwisa "propagana li dijî rêjîma Îslamî ya Îranê" bi wan çalakvanên kedkarî û jîngehparêzî dane.
Pêka rapora Hengawê, van welatiyên Kurd, ev tohmetên ku bi wan danê, red kirine û niha bi danîna barimteyê û bi awayê demkî, heta dema dadgehîkirina wan, hatine azadkirin.