Endam û alîgirên tîkoşer ên hizba Dêmokrat li 2ê rêbendana 1403 a Rojî de, seranserî Rojhilatê Kurdistanê bi karê teblîxiye xwe û tirakt û postêr û diruşmên pêywendîdar û Ala rengîn û pîroze Kurdistanê xemilandin.
Di berdewamiya wan kar û çalakiyên pîrozkirina 2 yê Rêbendanê endam û alîgirên xebatkare Hizbê li nawçe û gundên derdora bajarê Selmasê de karê teblîxî kirin.
Endamên Hizbê li çendîn gundên derdora bajarê Selmasê û rêya li navbera wan gundan çalakiyên teblîxî bi rê ve birin û Ala ya Kurdistanê bilind kirin.
Li 2ê Rêbendanê, endam hizbê tevî rewşa ewlehî li deverê, bi awayekî bivêrane li gundên “Şinetal, Matexirpe, Istore, Eslank, Kerêz û Germawêj”ê ser bi bajarê Selmasê û li rêyên li navbera wan gundan, çalakiyên berfireh ên taybet bi 2ê Rêbendanê lidar xistin, û piraniya der û dîwar û tabloyên nava gundan û ser rêkan bi trakt û diruşmên pîrozbahiyê xemilandin.
Herwisa endamên têkoşer ên Hizba Dêmokrat li çend cihan de jî Ala ya pîroz a Kurdistanê bilind kirin ku bûye cihê keyfxweşî, hivîdarî û dilgermî bo xelkê deverê.
Endamên hizbê li Urmiyê, deverên Mirgewer û Tirgewer û derdora bajarê Urmiyê, li piraniya nawçên bajarê Şinoyê, Pîranşehr, Bokan, Mihabad, Seqiz, Sine, Merîwan, û bi giştî seranserî kurdistanê ev çend rojin ku şahidê karê teblîxî bo pîrozkirina 2 yê Rêbendanê ne.