Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê, gelek cehd kir ku rêgiriyê ji birêveçona mangirtina giştî bike

12:07 - 23 Kanûna Paşîn 2025

Roja Çarşemî 3ê Rêbendanê, piştî destpêkirina mangirtina giştî li Rojhilatê Kurdistanê li dijî sepandina sizaya bidarvekirinê li Îranê, rêjîmê bi çend şêwazan, hewla rêgirîkirin ji mangirtina giştî da.

Pêka rapora gihîştî bo Odeya Nûçeyan a “Navenda Ragihandin a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê”, hevdem digel berdewamiya mangirtina giştî li bajarê Seqizê, hejmareke zêde ji hêzên tepeserkare rêjîmê li wî bajarî de hatibûne cihgîrkirin.

Rêjîma Îranê Hevdem digel sepandina rewşa ewlehî bi ser wî bajarî, gef û haydariya plompkirinê li ser dehan dukanên wî bajarî nivîsandine.

Pêka dawî zanyariyan, piraniya dukanên wî bajarî huşdariya plompkirinê, vergirtine û hejmareke din jî bi kaxezên taybet, hatine plompkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agedar, hemû dukanên li şeqamên wî bajarî her ji banka millet ve heta meydana Helo, bi sedema tevlîbûn bi mangirtina giştî, hatine plompkirin.

Li 30ê befranbara 1403 a Rojî de 6 Hizb û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bi belavkirina daxuyaniyeke hevpar bo mangirtina giştî li 3ê Rêbendanê, daxwaz ji xelkê Kurdistanê kiribûn ku bi vê mangirtinê, piştevanîkirina xwe li “Pexşan Ezîzî”  û Werîşe Muradî ku rêjîma Îranê sizaya bidarvekirinê bi ser wan de sepandiye, bidin xuya.