Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê bi rêya Kurtenaman ve gefê li xelkê Mihabadê dike

12:08 - 23 Kanûna Paşîn 2025

Piştî banghêjiya 6 Hizb û aliyên siyasî bo lidarxistin a mangirtina giştî bi armanca dijayetîkirin digel sizaya bidarvekirinê, bajarê Mihabada serbilind û paytextê Komara Kurdistanê jî, weke hertim pêşeng  û tevlî vê mangirtina giştî bû.

Navendên serkutkar ên rêjîmê, li pêştînivro ya roja Çarşemî 3ê Rêbendanê, bi rêya pêwendiya têlêfonî û şandina kurtename, gef li xelkê xwarine ku dibe dukanên xwe vekin.

Pêka zanyariyan, li piştînîvro ya roja Çarşemî, zêdetir ji %60 a bajarê Mihabadê tevlî mangirtinê bibûn.

Rêjîma Îranê kurtename bo dukandar û bazariyên beranber banka millî, mela Camî, meydana Hemexirçe û meydana Menguran şandine û gefa plompkirin û reftara yasayî û sizaya nexdî li wan kirin.

Lê xelkê welatparêze bajarê Mihabadê bê guhdan bi gefên rêjîmê, heta êwarê berdewam bûn li ser mangirtinê.

Herwisa li bajarê Bokanê jî ku piraniya karmendan bi armanca tevlîbûna mangirtina giştî neçobûne ser kar, rêjîmê pitir ji 50 karmendî bo îdarên tepeserkare ewlehî gazî kirine.