Roja Çarşemî 3ê Rêbendana 1403 a Rojî, bi hilkefta 2ê Rêbendanê, li 79emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê de, bi beşdariya endamên rêberatî, Kadir, pêşmerge û endamên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, rêûresmek bi şan bi rê ve ço.
Li destpêka vê rêûresmê de rêzdar “Mistefa Mewlûdî”, endamê Navenda Birêveberî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, peyamek bi vê hilkeftê pêşkêş kir, navbirî li destpêka axaftinên xwe de tevî pîrozbahîkirina vê yadê li beşdarbûyên rêûresmê û tevahiya xelkê Kurdistanê, îşare bi hejmarek ji nirx û bihyên Komara Kurdistanê kir.
Rêzdar “Mistefa Mewlûdî”, li berdewamiya axaftina xwe de bal kêşande ser peyam û armancên Komara Kurdistanê, ku heta niha hem Hizba Dêmokrat û hem xelkê Kurdistanê wefadarê vê mane û wek dozeke bersivder bo xwest û daxwaziyên serdema niha ya tevgera netewiya Kurdistanê, li ser axivî.
Li berdewamiya rêûresmê de yada 79emîn salvegera avakirin a Komara Kurdistanê, li nav pêşmergeyên Kurdistanê de ji aliyê rêzdar “Kawe Behramî” berpirsê Navenda Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê û rêzdar “Mihemedsalih Qadirî” berpirsê nûneratiya Hizba Dêmokrat li bajarê Hewlêrê, xelat û lewheya rêzgirtin bi ser hejmarek ji beşdarbûyên dewreya Hînkarî û Herwisa mamaostayên dewreyê de dabeş kirin ku ji aliyê beşdarbûyên rêûresmê ve bi germî pêşewazî jê hate kirin.
Li birêveçona vê rêûresmê de çendîn govend û dîlan, stran û sirûdên niştimanî ji aliyê kora Hunerî ya Hizbê ve hatibûne amadekirin û rêresim hatibû xemilandin.