Parlemana Ewropayê û Encumena wilayetên Amerîkayê “UNA” daxwaza sekinandina lezgîn a bidarvekirinan ji rêjîma Îranê kirin û Parlemntarên Parlemana Ewropayê, wênweyên çendîn girtiyên li Îranê de li nava parlemanê de bilind kirin.
Parlemana Ewropayê bi pesendkirina biryarnameyekê, tevî rexnegirtin ji tepeseriya sîstematîk a mafê mirov li Îranê, sepandina sizaya bidarvekirinê bi ser çalakvanên mafê mirov “Pexşan Ezîzî û Wirîşe Muradî” şermezar kirin û Parlemantarên Parlemana Ewropayê (MEPs) bi hilgirtina wêneyên çendîn girtiyan, micidbûna xwe bo vê daxwazkirin û şermezarkirina biryarên dadgeha rêjîma Îranê dane xuya.
Li biryarnameya Yekîtiya Ewropayê de hatiye ku ew 2 girtî digel 56 girtiyên siyasiyên din ku rêjîmê sizaya bidarvekirinê bi ser wan de sepandine, bê merc û bi lezgînî azad bikin.
Herwisa Encumena wilayetên Amerîkayê “UNA” bi belavkirina daxuyaniyekê daxwaza hilveşandina lezgîn a sizaya bidarvekirina Pexşan Ezîzî ji rêjîma Îranê kirin.
Ew daxuyaniya Encumena wilayetên Amerîkayê ku ji aliyê taya “San Fernando Valley” ve hatiye belavkirinê, îşare bi binpêkirina gelek tund a mafê mirov li Îranê de kiriye û bi tekezî ragihandiye ku sizaya bidarvekirin a “Pexşan Ezîzî”, ne bi tenê binpêkirina lihevkirinên navneyewî ya mafên medenî û siyasî(ICCPR) ye, belku nigeraniya micid li derheq reftara nemirovane digel vê, yên wek îşkencekirin û îtirafa bi zorê, jî zêdetir dide xuya.