Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê 2 welatiyên din jî li bajarên Pîranşar û Mihabadê de binçav kirin

18:39 - 4 Kanûna Paşîn 2025

Welatiyekî xelkê bajarê Pîranşarê û welatiyekî din ê xelkê bajarê Mihabadê ji aliyê rêjîma Îranê ve hatine binçavkirin.

Pêka rapora “HARANA”yê, roja Pêncşemî 13ê befranbarê, welatiyekî xelkê bajarê Pîranşarê yê bi navê “Fireydûn Nebî” temen 22 salî, bo derbaskirina sizaya sepandî bi ser de ji aliyê rêjîma Îranê ve hatiye girtin û bo girtîgeha rêjîmê li bajarê Nexdê hatiye veguhastin. Navbirî ji aliyê dadgeha rêjîma Îranê ve 7 sal û 8 heyv hebskirin û sizaya nexdî, bi ser de hatiye sepandin.

Herwisa welatiyekî rûniştiyê bajarê Mihabadê yê bi navê “Mihemed Efîdî”, temen 28 salî piştî banghêjkirin bo îdareya îtilaat a rêjîm Îranê li wî bajarî, ji aliyê vê navenda ewlehiya rêjîmê ve hatiye binçavkirin, navbirî xelkê bajarê Serdeştê û rûniştiyê gundê “Seholan”ê ser bi bajarê Mihabadê ye.

Pêka vê raporê, navbirî piştî binçavkirinê bo lêpirsînan bo girtîgeheke îtilaata rêjîmê li bajarê Urmiyê hatiye veguhastin û heta niha ti zanyaritek zêdetir li derheq sedema banghêjkirin, binçavkirin û tohmetên sepandî bi ser wî welatiyê Kurd li berdest nîne û cihê ragirtina wî jî bi serastî nerohn e.