Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtina berfirehe xelkê Kurdistanê bi hêceta tevlîbûn bi mangirtina giştî berdewam e

10:41 - 25 Kanûna Paşîn 2025

Li berdewamiya binçavkirina bi kom a xelkê Rojhilatê Kurdistanê bi hêceta beşdarbûn li mangirtina giştî bo şermezarkirina sizaya bidarvekirinê li Îranê, berdewam e û 2 welatiyên din jî hatine girtin.

Binçavkirina bi kom a xelkê li Rojhilatê Kurdistanê de berdewam e û roja Pêncşemî 4ê Rêbendana 1403 a Rojî, 2 bira yên bi navên “Zahid Xalidiyan û Wahid Xalidiyan” ji aliyê hêzên hov ên îtilaata rêjîmê li bajarê Qurvê, bi hêceta tevlîbûn bi mangirtina giştî, binçav kirin û bo ciheke nexuya veguhastin.

Pêka raporên belavbûyî, Zahid Xalidiyan ê temen 35 salî û Wahid Xalidiyan ê temen 32 salî bê belgeya yasayî û bi awaykî xoserane û tundûtîj, ji aliyê hêzên hov ên îtilaata rêjîmê yên li bajarê Qurwê de li dema ku li cihê karê xwe de mijûlê kar bûne, hatine binçavkirin.

Binçavkirina wan welatiyên Kurd li halekê de ye ku rêjîma Îranê li çendîn bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê de bi sedema tevlîbûna xelkê bi mangirtina giştî û daxistina dukan û bazaran, ji aliyê hêzên rêjîma Îranê ve xelk bi kom hatine girtinê.

Mangirtina giştî bi banghêjiya 6 Hizb û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, bi awayekî serkevtî, li Rojhilatê Kurdistanê de bi rê ve ço.