Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê, bavê Şeîd “Jîna Emînî” bo dadgehê banghêj kir

11:01 - 25 Kanûna Paşîn 2025

“Emced Emînî”, bavê Şehîd “Jîna Emînî”, bo dadgeha rêjîmê li bajarê Seqizê hatiye gazîkirin û tohmeta belavkirina nûçeyên çewt” bi navbirî dane û daxwaza sizakirin bi tohmeta “propaganda li dijî rêjîmê” bo wî, kirine.

Roja Înê 5ê Rêbendana 1403 a Rojî, “Emced Emînî”, bavê Şehîd “Jina Emînî” bi belavkirina peyamekê li tora civakiya “Instagram”ê de daye zanîn ku ji aliyê dezgeha rêjîmê ve bi tohmeta “belavkirina nûçeyên çewt”, hatiye gazîkirin û li dadgehê de daxwaza sepandina siza bi ser wî de bi tohmeta “propaganda li dijî rêjîmê” ji dadgeha sizadan a rêjîmê kirin.

Bavê Şehîd “Jina”yê li derheq sepandina sizaya bidarvekirinê bi ser “Pexşan Ezîzî”, nerizayetiya xwe dabû nîşandan.

Pêka gotina “Emced Emînî” sedema çêkirina dosye bo navbirî li dadgeha sepandina siza û înqilaba rêjîmê, nîşandana nerizayetiya wî li hember sizaya bidarvekirina bo ser “Pexşan Ezîzî”yê bûye.

Bavê Şehîd “Jîna”yê pêştir jî, piştî şehîdkirina hikûmî ya keça xwe bi sedema çalakiyên medenî û nîşandana nerizayetiya malbata “Emînî”, rastî lipeykevtinan ên dadehên rêjîmê hatiye.