Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê çendîn kesên din ji xelkê Kurdistanê binçav kirin

11:08 - 25 Kanûna Paşîn 2025

Li berdewamiya binçavkirina xelkê Rojhilatê Kurdistanê, hêzên îtilaata rêjîmê bê belgeya yasayî Çendîn kesên din ên xelkê bajarên “Seqiz û Merîwanê, bi awayekî xoserane binçav kirin.

Pêka rapora “Çaw News”ê 2 birayên hunermend ên xelkê bajarê Seqizê yên bi navên “Mîlad û Nerîman Rendanî” ji aliyê hêzên hov ên îtilaata rêjîmê ve bi hêceta tevlîbûna wan ciwanan bi mangirtina giştî bo şeremzarkirina sizaya bidarvekirinê li Îranê de û herwisa piştevanî ji “Pexşan Ezîzî” binçav kirin.

Pêka vê raporê hêzên hov ên îtilaat rêjîmê bê belgeya yasayî û bi awayê xoserane ew ciwanên hunermend binçav kirine û dest bi ser hejmarek ji alavên wan ên yên kesî de jî girtine.

Herwisa roja pêpştir jî çalakvanek medenî yê xelkê bajarê Merîwanê yê bi navê “Karo Elîdad” ê temen 21 salî li cihê karê wî de li pasaja Mewlewî ya bajarê Merîwanê, ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê ve hatiye binçavkirin.

Herwisa nasnameya 4 welatiyên xelkê bajarê Serdeştê jî ku ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê ve li wan çend rojan de hatine girtin, ên navên “Aware Şexsî, Hesen Hesennijad, Mihemedemîn Hesennijad û Rehîm Elîzade” hatine eşkerekirin ku bo ciheke nexuya hatine veguhastin

Heta belavbûna vê nûçeyê cihê ragirtina wan 3 ciwanên Kurd nehatiye zanîn.