
Axaftinên serkomarê rêjîma Îranê li derheq naveroka girêbesta çendîn alî ya rêjîma Îranê digel Rûsiyê, berwajiyê naveroka vê girêbestê ye û rêjîma Îranê rastiyan ji xelkê diveşêre.
Serkomarê rêjîma Îranê îdia dike ku pêka girêbesta li navbera rêjîma Îranê û Rûsiyê de hekî her yek ji wan 2 welatan rastî êrîşeke biyanî bê, tevî ku hevkariya êrîşber nakin, berwajî dê rêgirî ji vê êrîşê bê kirin û bi awayekê dê piştevaniya hev bikin, lê ew berwajiyê naveroka belavbûyî ya vê girêbetê ji aliyê Rûsiyê ve ye.
Li vê derheqê de nûçegihaniya Fermî ya Rûsiyê “TAS” daye zanîn ku pêka vê girêbestê, hekî her yek ji wan 2 welatan rastyî êrîşa derekî hatin, welatê din piştevaniyê nede dewletê êrîşker, bi wî awayî rêjîma Îranê hewla xapandin û jirêderxistoina raya giştî ya xelkê Îranê dide û rastiyan berwajî dike xuya û bi çewt bo xelkê Îranê radigihîne.
Herwisa nûçegihaniya “TAS” ragihand ku ew girêbesta ti xaleke berevanîkirin û hevkariya leşkerî li xwe nagire.
Ew girêbesta 20 sale ji aliyê Rûsiyê ve hatiye dariştin û Serkomarê Rûsiyê “Viladimir Pûtîn” û serkomarê rêjîmê “Mesîd Pizişkiyan” li 28ê Beframnbara 1403 ew girtêbest li koşka Kirêmlînê de li bajarê Moskoyê, wajo kirin.