Mezlûm Kobanê bi tekezî ragihand ku rêjîma Îranê sedema nearamiyên li Sûriyê ye û her cure pêwendiyek digel rêjîma Îranê red kir.
General “Mezlûm Kobanê”, Fermandeyê “HSD” li hevpeyvîn digel nûçegihaniya “El-Erebiye”yê de ragihand ku ji her cure pêwendîgirtinek digel rêjîma Îranê xwe diparêzin û daxwaza rêjîma Îranê bo pêwendîgirtin digel Kurdên Rojavayê Kurdistanê, dê red bikin.
Herwisa “Mezlûm Kobanê” ragihand ku rêjîma Îranê sedema neramî li Sûriyê bûye û gelek qeyran bo xelkê Sûriyê çêkirine.
Navbirî bi tekezî ragihand ku yek ji lemperên bingehîn bo çareserkirina pirsa Kurd li Sûriyê rêjîma Îranê ye û ji 4 salên derbasbûyê ve çendîn caran êrîş kirine ser hêzên me.
Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi hevpeymanî digel Amerîkayê û hevkarîkirin li şerê li dîjî DAÎŞê li hevpeymaniya bi navê “CJTF-OIR” ku li 18ê Rezbera 1394 a Rojî de hatiye avakirinî rola bingehîn û binyatî li şikestdana DAÎŞê hebûye û armanca vê avakirina welatekî skolar, dêmokratîk û federal li Sûriyê ye.
Berxwedana Rojavayê Kurdistanê wek hemaseyek li sekinîn li hember terorîzmê, çenîd caran ji aliyê welatên Rojavayî û Amerîkayê ve bi bilind hatiye nirxandin.