Bi sedema bilindbûna nirxa dermanan li Îranê, beşek ji nexweşan nikarin wan dermanan bikirin û dest ji çareserkirina nexweşiya xwe berdidin ku dibe gef li ser canê wan.
Li wan çend heftiyên dawiyê de nirxa dermanan gelek bilind bûne û beşek berçav ji nexweşan şiyana malî ya dabînkirina wan dermanan nînin û bi vê sedemê dest ji çarewserkirina nexweşiya xwe berdidin ku ew yek gefeke gelek metirsîdar bo ser canê wan e.
Pêka raporan, zêdetir %30 anku zêdetir ji 3 kes ji her 10 kesên ku serdana dermanxaneyan dikin bi sedema bilindbûna nirxan nikarin dermanan bikirin û dest ji çareseriya nexweşiya xwe berdidin.
Destnekevtina hewcehiyên destpêkî yên berhemanîna derman li Îranê de jî bûye sedem ku dermanên berhema navxweî jî li Îranê dest nekevin û hejmareke zêde ji dermanên hestiyar li Îranê dest nakevin û hekî hebin jî bi qasek nirxa wan bilind e ku piraniya xelkê nikarin wan bikirin.
Li vê derheqê de berpirsê heyeta birêveberî ya Sendîkaya pîşeya dermanan li Îranê “Mihemed Ebdîzade” gotiye ku pirsgirêka bingehîn li aboriya giştî ya Îranê û kurtanîna bûdceyê û werzareta tendirustî rastî kurtanîna bûdcê hatiye û bîmeyên tendirustî bi sedema nebûna budce nikarin piştevanî li nexweşan bikin.