Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji 5 kombûnên nerizayetî li Kurdistan û Îranê de bi rê ve çon

12:15 - 26 Kanûna Paşîn 2025

Herjamrek ji kedkarên pîşeyî, karmendan, neraziyên encama ceribandineke wezareta perwerde û hînkariya rêjîmê û werzêran zêdetir li çend bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de bi rê ve birin.

Roja Şemî 6ê Rêbendana 1403 a Rojî, li Rojhilatê Kurdistanê de li bajarê Merîwanê de hejmarek ji werzêrên Titûnkar ên wî bajarî bi sedema nedana dirafê wan ji aliyê îdareya duxaniuyat a rêjîmê, kombûneke nerizayetî li rûberûyê duxanuiyat li wî bajarî de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Herwisa hejmareke zêde ji kedkarên pîşeyî yên neft û gaza Îranê li seranserê bajarên Îranê li ber deriyê bînaya serkomariya rêjîmê kombûna nerizayetiytê lidar xistin.

Herwisa hejmareke zêde ji karmendên ofîsên “teavonî”yên sehama îdalet li seranserê Îranê li ber deriyê bînaya wezareta aborî û dariya rêjîmê li bajarê Têhranê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin, beşeke zêde ji wan zêdetir ji 22 heyv e ku hiqûqên xwe vernegirtine û hêj bi fermî nebûne karmend.

Li bajarê Şadiganê de jî werzêran li derheq nedana ava verzêrî bi wan, li rûberûyê fermandariya rêjîmê li wî bajarê de kombûna nerizayetî lidar xistin.

Li bajarê Têhranê de hejmarek zêde ji neraziyên encama ceribandina kalîtye ya wezareta perwerde û hînkariya rêjîmê li rûberûyê bîna ya vê wezareta rêjîmê, kombûna nerizayetiyê lidar xistin û ragihandin ku encama vê ceribandinê şaşiya sîstemê ye. Li vê kombûnê de hêzên tepeserker ên întizamiya rêjîmê li wir cihgîr bibûn.