Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şirketeke herî mezin a berhemanîna xwarinan li Îranê, sermaya xwe ji Îranê derxist

18:41 - 4 Kanûna Paşîn 2025

Şirketa Safola ku yek ji mezintirîn şirketên çendîn netewî li pîşeya berhemanîn û dabeşkirina xwarinan li Îranê ye, piştî 2 dehikan kar li Îranê, sermaye û darayiya xwe ji Îranê derxist.

Pêka raporên navxweyî Îranê, şirketa Safola ku yek ji mezintirîn şirketên çendîn netewî li pîşeya berhemanîn û dabeşkirina xwarinan bi taybet berhemanîn rûn û şekerê de roleke mezin hebû û beşeke zêde ji bazara rûnê hişk ê Îranê li destê vê şirketî de bû, bi nişkêve darayîya xwe ji Îranê derxist.

Pêka raporên belavbûyî vê şirketa mezin hemû sermayeya xwe ya bi nirxa 188 milyon Dolarî li Îranê de firot û ji Îranê derkevtiye.

Wê şirketê, berhemên wek “rûnê laden” û “rûnê behar” li Îranê de berhem dianîn û beşeke zêde ji şekera Îranê jî bi rêya vê şirketê dihate berhemanîn.

Ew şirketa Erebisatê zêdetir ji 2 dehikan bû ku tevî pirsgirêkên li navbera Erebistasn û Îranê, li Îranê de mabû lê li vê dawiyê, biryar da ku ji Îranê derkeve.

Bi sedema nebûna bazara ewleh û herwisa aloztirbûna rewşa Îranê li civaka cîhanî, renge şirketên din ên biyanî jî bixwazin ji Îranê derkevin.