Ragihandinên fermî yên Sûriyê belav kirine ku hejmareke zêde ji cebilxane û çekên ku bo Hizbullahê dihatine şandin li sînorê Sûriye-Lubnanê de dest bi ser de hatiye girtin.
Pêka rapora nûçegihaniya Fermî ya Sûriyê “SANA”yê, ku roja Yekşemî 7ê Rêbendanê hatiye belavkirinê, hejmareke zêde çek û cebilxaneyeke Hizbullahê ku bi rêya qaçax li sînorê li navbera Sûriye û Lubnanê re li parêzgeha “Rîf” a Demişqê, bo Hizbullah dihate şandin, li dema veguhastinê de hate peydakirin û dest bi ser de hatiye girtin.
Egera vê yekê heye ku ew paşmawê çekên rêjîma Îranê li Sûriyê de bin ku ji aliyê rêjîma Îranê ve hewla şandina wan bo Hizbullahê dabin an ji nû ve bo wan hatibe şandin.
Rêjîma Îranê hemû hewla xwe dide ku careke din Hizbullah û milîsên din bo encamdana kiryarên xwe yên terorîstî rêkxistin bike û bi awayek şikesta xwe ya giran her bi kêmî be jî qerebû bike.