Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê 3 girtiyên din jî bidar vekirin

10:56 - 27 Kanûna Paşîn 2025

Li berdewamiya bidarvekirina girtiyan li girtîgehên rêjîma Îranê, 3 girtiyên din jî li girtîgeha Qizilhisar a rêjîmê li bajarê Kerecê de hatine bidarvekirin.

Pêka rapora “Kurdpa”yê, sibêdeha roja Yekşemî 7ê Rêbendanê, “Ferhad Ferdînî” yê temen 35salî,  xelkê bajarê “Hêrsîn”ê ser bi bajarê Kirmaşanê, “Semed Haşimî yê temen 45 salî û Ferzad Mîrzayî yê temen 45 salî” li girtîgeha Qizilhisar a rêjîmê li bajarê Kerecê de hatine bidarvekirin.

Pêka vê raporê, ew 3 girtî, li dosyeyeke hevpar de bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber de ji aliyê dadgeha rêjîmê ve nêzî 7 salan berî niha, sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin û li roja Înê 5ê Rêbendanê bo odeya takekesî hatibûne veguhastin ku bîne bidarvekirin.

Rêjîma Îranê sizaya bidarvekirinê wek alavek bo tepeserkirina xelkê Îranê bi kar tîne û pêka dawî amaran, rêjîma Îranê bi gelemper, bi awayê nêvincî her rojê 5 girtiyan bidar diveke.

Heta niha bidarvekirina wan girtiyan ji aliyê ragihandinên rêjîma Îranê ve nehatine belavkirin.