
Li berdewamiya binçavkirina xoserane ya welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rêjîma Îslamiya Îranê, 3 welatiyên din jî hatine girtin û bo cihek nexuya hatine veguhastin.
Pêka rapora “Çaw News”ê şeva Înê 5ê Rêbendanê hêzên hov ên îtilaata rêjîmê welatiyekî Kurd ê bi navê “Sabir Mamşêx” ê temen 40 salî yê xelkê bajarê Nexedê li dema ku li maşîna xwe de bûye bi awayekî hovane û bi tundutjiyê ve ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê li bajarê Nexedê, hatiye girtin.
Pêka rapora “Hgengaw”ê, hêzên îtilaata rêjîmê li bajarê Mihbadê de li roja Yekşemî 7ê Rêbendanê, çalakvanekî jîngehparêz ê bi navê “Zagros Resûlî” xelkê bajarê Mihabadê, bi awayekî xoserane û bê belgeya yasayî hatiye binçavkirin.
Li vê derheqê de û pêka rapora “Kurdpa”yê heftiyek berî niha li 1ê Rêbendanê de jî “Perwîn Edwayî”, çalakvana medenî û girtiya siyasiya berê ya xelkê bajarê Merîwanê, piştî banghêjkirin bo îdareya îtilaat a rêjîmê li bajarê Merîwanê hatiye girtin û ti zanyariyek zêdetir li derheq qedera vê keça Kurd li ber dest nîne.
Ew welatiyên Kurd bê belgeya yasayî û bi awayê xoserane ji aliyê îtilaat rêjîmê ve hatine girtin û sedema binçavkirin û tohmetên sepandî bi ser wan ciwanên Kurd û cihê ragirtina wan jî, nehatiye zanîn.