Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji 17 kombûnên nerizayetî li Kurdistan û Îranê de bi rê ve çone

11:40 - 28 Kanûna Paşîn 2025

Roja Duşemiyê 17 kombûnên nerizayetî ji aliyê malnişînkiriyan, kedkaran û werzêran li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de hatine lidarxistin.

Li Rojhilatê Kurdistanê de malnişînkiriyên îdareya Muxabirat li bajarên wek, “Urmiye, Sine, Kirmaşan û Îlam”ê, û herwisa li bajarê Xuremabadê ser bi parêzgeha Luristanê, kombûna nerizayetî lidar xistin û nerizayetiya xwe li derheq birêveneçona ayînnameya xweşbijîvî ya sala 1398, sekinandina daxwaziyan, zêdebûna pişka malnişînkiriyan li dana dirafê bîmeyê ji %20 bo %50, nedana dirafê xercê dermanan, birêveneçeona xala 1 a madeya 21 a ya xizmetguzarî û çendîn mijarên din, dane xuya.

Herwisa malnişînkiriyên îdareya Muxabiratê bi daxwaziyên hevşêwe li bajarên wek “Tewrêz, Zencan, Têhran, Îsfehan, Şîraz, Sarî, Reşt û Ehwaz”ê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Li vê rojê de kedkarên girêbestkar ên palavtingeha “Fecrê Cem”, kedkaran li bajarê Konarek, kedkarên şirketa Tehlab li Mîrcawê, kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Herwisa werzêran li bajarê Îsfehanê de kombûna xwe bo azadkirina werzêrê binçavkirî, berdewam kirin ku ji aliyê hêzên întizamî ve rastî givaş, lêdan û kutanê hatin.

Li bajarê Geçsaranê de jî xelkê gundê Dîl li derheq nedana kar li pêtrokîmiya wî bajarê, nerizayetiya xwe dane xuya.