Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êdî xelkê li Îranê de şiyana kirîna xwarin û hewcehiyên xwe nemaye

11:42 - 28 Kanûna Paşîn 2025

Şiyana xelkê Îranê bo kirîna xwarinan û herwisa hewcehiyên din ên wek kincan gelek kêm bûye û bi sedema nebûna bazarê, berhemhêneran jî zêdetir ji nîveya qasa berhemanînên xwe kêm kirine

Serokê Sendîkaya Berhemên Şîrî yê Îranê, ragihandiye ku bi sedema vê yekê ku piraniya xelkê nikarin berhemên şîrî bikirin û şiyana malî ya kirîna wan berheman nînin, me berhemanînên xwe kêm kirine, şiyana xelkê bo kirîna berhemên şîr daketiye û bi vê sedemê kargehên berhemên şîr, bi qasek gelek kêm berhemên şîrî berhem tînin.

Bilindbûna nirxa hewcehiyan li wan çend heyvên derbasbûyî ve dest pêkirye û odeya esnaf a Îranê ev yek piştrast kiriye, lê bilindbûna nirxan bi neyasayî binav kir.

Berhemên şîrî ên wek mast, penîr û kere û şîr bi nirxeke azad têne firotin û rêjîma Îranê ti alîkariyek bi berhemhênerên şîr û kargehên berhemên şîrî nade û qasa kirîna wan berheman %50 daketiye.

Herwisa bazara kincan jî rastî sekinînê hatiye û bi sedema daketina dahata xelkê û bilindbûna nirxan , şiyana kirîna kincan jî bi awayekî berçav daketiye û pêka girte vîdyoyek li bajareke Kirmaşanê, bazara kincan li wî bajarî de sekiniye.