Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê ragihand ku egera êrîşkirin bo ser rêjîma Îranê li çend heyvên bê de heye

11:43 - 28 Kanûna Paşîn 2025

Wezîrê Berevaniya Îsraîl ragihandiye ku egera vê yekê heye ku li çend heyvên bê de êrîşê bike ser rêjîma Îranê, lê ti zanyariyek li derheq şêwaz û qasa vê êrîşê belav nekiriye.

Pêka rapora “Jirozalim Post” a Îsraîlê, Wezîrê Berevaniya Îsraîl, “Îsraîl Kats” bi Wezîrê Berevaniya Amerîkayê “Pît Hêgz”, ragihandiye ku egera vê yekê heye li çend heyvên bê de Îsraîl êrîşê bike ser rêjîma Îranê û hêj rêjîma Îranê digel hevpeymanên xwe(milîsên ser bi rêjîma Îranê) gef bo aramiya dever û cîhanê t;n hisab.

Herwisa navbirî gotiye ku li heyvên bê de em dê rastî hindek çalişan bibin ku hewcehî bi amadebûneke bihêz a leşkerî heye û herwisa dê çendîn derfet bo qahîmkirina armancên me yên stratêjîk, çê bike.

Îsraîl Kats ev yeka jî gotiye ku em dikarin digel Amerîkayê, aramiyeke demdirêj li deverê cihgîr û paşerojeke baştir bo deverê çê bikin.

Peyama navbirî bi hevtayê xwe yê Amerîkayê li halekê de ye ku rêjîma Îranê tevî hemû înkarkirin û teslîmbûnan li civaka cîhanî de li navxweyê Îranê gefan li Îsraîlê dike û hewleke gelek zêdetir ji berê bo pêşvebirina bernameya navkî û berhemanîna çeka navkî û rêkxistinkirina dubare ya milîsên şikestxwariye xwe dide û cebilxaneyê bo wan dîşîne.