Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îtilaata rêjîmê li bajarê Urmiyê, girtiyekî siyasiyê Kurd ji mafê çareseriya dermanî bêpar kiriye

11:45 - 28 Kanûna Paşîn 2025

Girtiyekî siyasiyê Kurd li girtîgeha rêjîmê li bajarê Urmiyê, ji aliyê îtilaata rêjîmê ve ji vergirtina pêregihîştina pizîşkî û herwisa mafê derfeta çareseriya dermanî bêpar kiriye.

“Husên Osmanî” temen 63 salî ku çendîn nexwesî hene û ji dema binçavkirinê de ji sala 1392 heta niha bi tenê li sala 1400 a Rojî de derfeteke kurt bo îstraheta pizîşkî bi navbirî hatibû dan, niha ji mafê vergirtina pêregihîştina pizîşkî û hewisa mafê derfeta çareseriya dermanî bêpar bûye.

Pêka wan raporan îdareya îtilaat a rêjîmê li bajarê Urmiyê, rêgirî ji dana wan mafan bi navbirî dike.

Ew girtiyê siyasî yê xelkê bajarê Mihabadê ji dema binçavkirinê ve heta niha bi tenê 2 caran kariye bi rêya telefonê pêywendiyeke kurt digel malbata xwe bigre û bi sedema îşkenceyên honvaneyên rêjîmê rastî çendîn nexweşiyên cesteyî û hundirî hatiye ku heta niha jî çareser nebûne û bi sedema wan îşkenceyan 4 heyvan li nexweşxaneyê de hatibû razandin û navbirî rastî îtirafa bi zorê jî hatiye.

Rêjîma Îranê pêştir sizaya bidarvekirinê bi ser de sepandibû lê li dawî biryara dadgeha rêjîmê de 30 sal sizaya girtîgehê bi ser de hatiye sepandin.