
Pêka brapora Kurdpayê, roja Yekşemî 7ê Rêbendana 1403 a Rojî, “Mihemed Remezanî”,çiyager û çalakvanê jîngehparêpz ê xelkê bajarê Mihabadê, bi awayekî hovane û tundûtîj ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê li bajarê Mihabadê de hatiye binçavkirin.
Pêka vê raporê hêzên îtilaat rêjîmê bi awayekî xoserane êrîş kirine ser mala wî welatiyê Kurd û bê hebûna ti belgeyeke yasayî ew binçav kirine û li dema binçavkirinê de reftareke tundutîj digel wî çalakvanê jîngehparêz hebûne û heta niha sedema binçavkirin, tohmetên sepandî bi ser wî çiyagerê Kurd û herwisa cihê ragirtina wî nehatiye zanin.
Binçavkirina xoseraneya ciwanên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi awyekî hovane û lezgîn berdewam e û rojên pêştir ji “Sabir Mamşêx” ê temen 40 salî yê xelkê bajarê Nexedê, çalakvanekî jîngehparêz ê bi navê “Zagros Resûlî”, xelkê bajarê Mihabadê û “Perwîn Edwayî”, çalakvana medenî û girtiya siyasiya berê ya xelkê bajarê Merîwanê, ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê ve hatine binçavkirin.