
Serokê girûpa “Tehrîr Elşam”ê wek serkomarê demkî yê Sûriyê hate diyarîkirin û girûpên çekdar ên Sûriyê hilveşçandina xwe ragihandin ku tevlî artêşa Sûriyê bibin, lê pirsa Kurd her maye.
“Ehmed Elşer`i” ku pêştir bi navê “Ebûmihemed Elcolanî” dihate naskirin ê serokê girûpa “Tehrîr Elşam”ê wek serkomarê demkî yê Sûriyê hatiye diyarîkirin û zêdetir ji 10 girûpên çekdar ên Sûriyê, hilveşandina xwe ragihandin ku tevlî artêşa Sûriyê bibin.
Herwisa hizba “Be`is” a Sûriyê û hizbên hevalî digel vê hizbê jî be neyasayî hatine ragihandin û tevahiya darayiya wan jî dest bi ser de hate girtin û radestî desthilata nû ya Sûriyê hatiye kirin.
Lê pirsa Kurd her bi çaresernekirî maye û heta darîştin û belavbûna yasaya bineretiya nû bi serastî helwîst û siyaseta dewleta nû ya Sûriyê li hember Rojavayê Kurdistanê, nayê zanîn.
Hêzên Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi rohnî ragihandine ku bi ti awayek çekê xwe nadanên û daxwaza sîstemeke federal li wî welatî de dikin.
Tevî ku êrîşên bo ser hêzên Kurd li Rojavayê Kurdistanê berdewam in, lê berxwedana xelkê Rojavayê Kurdistanê, hêzên Kurdî û piştevaniya Amerîka û Îsraîl, renge qonaxeke nû bo çareserkirina pirsa netewiya Kurd li Rojavayê Kurdistanê de çê bike.