
Li heyama çend rojên derbasbûyî de 2 şanoyên kurdî, ji aliyê 2 girûpên şanokar ên xwedîşiyan ên Kurd li bajarê Urmiyê de bi rê ve diçin
Li roja 7ê Rêbendanê, 2 şanoyên komnêdî yên Kurdî bi navên “axayê heft gundan” û “Heso û Nazê” li wî bajarî de hatne nîşandan ku bala xelkê bo aliyê xwe rakêşaye.
Şanoya “axayê heft gundan” ku bi derhêneriya ciwanekî serkevtî yê xelkê bajarê Urmiyê yê bi navê “Mecîd Derwîşnijad” ve hatiye berhemanîn, bas ji pirsgirêkên civakî dike ku bala hejmareke zêde ji xelkê bo aliyê xwe rakêşaye.
Herwisa şanoyeke din a bi navê “Heso û Nazê” bi derhêneriya ciwanekî xelkê bajarê Urmiyê yê bi navê “Ceifer Pakniya” û bi şêwirkarî û nivîskariya “Resûl Bangîn” li wî bajarê de bi xelkê hate nîşandan ku ji çîrokeke evîndarî ya kevnar a Kurdistanê hatiye berhemanîn.
“Resûl bangîn” li derheqê vê şanoyê de ku bala gelek kesan bo aliyê xwe rakêşandiye gotiye ku armanc ji berhemanîna vê şanoyê ew e ku wêjeya devkî ya zimanê Kurdî biparêzin, me ew nivîsand û bi rêya şanoyekê bi xelkê nîşan da.
Pêştir jî vê girûpa şanoyê, li ser çiroka “Xec û Siyamed” şanoyek berhem anîbû û heta niha çendîn caran hatiye xelatkirin.