
Pêka raporeke xwecihî, garda wîje ya hêza întizamiya rêjîmê , zêdetir ji 20 malbatên xelkê bajarê Kirmaşanê, ji malên pêdayî ji aliyê zanîngehekê ve derxistine û tiştên wan yên navmalê firedane ser kolanê û di vê werzê sir û seqema zivistanê de ev malbat bêmal û hal kirin kesên Lunbanî û Îraqê danîne cihê wan.
Pêka raporeke xwecihî li bajarê Kirmaşanê, zêdetir ji 24 malbatên ser bi zanîngeha zanîstên pizîşî ya bajarê Kirmaşanê ku ji sala 1394 a rojî ve li taxa Îlahiye ya wî bajarî, xanî bi wan hatibûne dan, ji aliyê garda wîje ya hêza întizamî ya rêjîma Îranê ve bi zorê ji malên wan hatine derxistin.
Pêka vê raporê ji çend heyvan berî niha ve hejmareke zêde ji xelkê ku ew xaniyên sazmanî bi wan hatibûne dan, bi sedema givaşên hêzên rêjîmê bo derxistina wan, rastî gelek pirsgirêkan û awarebûnê hatibûn û li vê dawiyê de jî 24 malbat bi zorê ji malên wan hatine derxistin û kesên Lubnanî û Îraqê ku bi xwendekar hatine nasandin li wan malan de cihgîr kirine.
Hêzên hov ên întizamî, tişên wan yên navmalên wan welatiyan avêtine ser şeqaman û berpirsên zanîngeha zanistên pizîşkî ya bajarê Kirmaşanê li vê deheqê de ti helwîstek jibilî rêxweşkirin bo derxistina wan welatiyan nebûne.