Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bîmeya 4 hezar kedkarên bînasaziyê li parêzgeheke Îranê de hilveşandine

19:03 - 30 Kanûna Paşîn 2025

Zêdetir ji 5 heyv e ku heqdest û bîmeya kedkarên kompaniyekê li bajarê Erakê de nedane û bîmeya 4 hezar kedkarên bînasazî yên parêzgeha Erakê jî hilveşandine.

Pirsgirêka kedkaran li parêzgehên navendî yên Îranê jî her wek parêzgehên piştguhavêtî yên wek Urmiye, Sine, Kirmaşan , Îlam, Luristan û Sîstan û Belûçistan û çend parêzgehên din, nayêne çareserkirin û li parêzgeha Erakê de jî bîmeya 4 hezar kedkarên bînasaziyê hilveşandine.

Herwisa û li vê derheqê de kedkarên şirketa “Avaguster” li parêzgeha Erakê de zêdetir ji 5 heyv e ku heqdest û bîmeya kedkarên xwe ragirtine.

Nedana heqdesta kedkaran ji aliyek û hilveşandina bîmeya zêdetir ji 4 hezar kedkarên bînasazî ku zêdetirîn rêjeya bûyerên kar hene û zêdetirîn amara canjidestdan û kêmendambûn li seranserê Îranê de li vê beşê de ye, trajêdiyek din ji jiyana xelkê hejarê Îranê bi taybet kedkaran e.

Pêka amarên rêjîmê, zêdetir ji %60 a bûyerên kar li beşa kedkarên bînasaziyê de diqewimîn û hilveşandina bîmeya kar derbek giran li vê qata civaka hejar a Îranê dide.