Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombnûnên nerizayetî li Îranê de berdewam in

19:04 - 30 Kanûna Paşîn 2025

Zêdetir ji 2 kombûnên nerizayetî li Îranê de bi rê ve çon û xwendekaran li bajarê Têhranê û personelên temirandina agir li bajarê Meşhedê, kombûnên nerizayetî lidar xistin.

Roja Çarşemî 10ê Rêbendanê, hejmarek ji xwendekarên xwazyarê ceribandina karnasiya bilind û duktorayê li bajarê Têhranê, daxwaza paşxistina ceribandinan heta piştî Newrozê kirin û ragihandine ku guherîna dema birêveçona ceribandin anku îmtihanan li salên pêş de bûye sedema nerizayetî û çêbûna pirsgirêkan bo xwendekaran.

Wan xwendekaran ragihandine ku 2 heyv ji dema wan bo nîşandana nerizayetiya xwe bo hilveşandina bêparkirina xwendekaran derbas bûye û dema wan bo xweamadekirinê kêm bûye.

Herwisa li vê rojê de hejmarek ji karmend û personelên temirandina agir li bajarê Meşhedê, nerizayetiya xwe li hember nedana hiqûqan nîşan dane û daxwaza pêregihîştin bi pirsgirêkên xwe kirine.

Wan personelên temirandina agir li rûberûyê bînaya fermnandariya rêjîmê li bajarê Meşhedê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.