
Rêjîma Îranê 5 girtî ku pêştir bi tohmeta kuştina bi zanebûn sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin, li girtîgeha “Adilabad” a rêjîmê li bajarê Şîrazê de bidar vekirin.
Pêka raporên belavbûyî, sibêdeha roja Çarşemî 10ê Rêbendanê, 5 girtî yên bi navên “Emîr Fenayî 36 salî û birayê wî Hemîd Fenayî” yê temen 42 salî yên xelkê bajarê “Merwdeşt”ê, “Mihemedelî Heyderî”, temen 31 salî yê xelkê bajarê Şîrazê, “Resûl Mînayê temen 33 salî û Xusro Ebaszade yê temen 35 salî xelkê bajarê “Babol”ê, li girtîgeha “Adilabad” a rêjîmê li bajarê Şîrazê de hatine bidarvekirin.
Pêka vê raporê, ew girtiyane bi tohmeta kuştina bizanebûn ji aliyê dadgehên rêjîma Îranê ve sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin.
Ji detpêka heyva Rêbendanê ve heta niha zêdetir ji 27 girtî bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber û kuştina bizanebûn, ji aliyê rêjîmê ve hatine bidarvekirin û bi awayê nêvincî her 8 demjimêran yek kes anku li rojê de 3 kes hatine bidarvekirin.