Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sermayeya biyanî li Îranê kêmtir ji 500 milyon Dolarî ye

11:18 - 5 Kanûna Paşîn 2025

Bi sedema nebûna ewlehiya kar û rewşa ewlehiya sepandî bi ser seranserê Îranê û hejariya ji astderketî, şirketên biyanî sermayeya xwe jî Îranê derdixin û niha kêmtirîn sermayeya biyanî li Îranê de maye.

Navenda Amar a rêjîma Îranê bi belavkirina raporekê daye zanîn ku,” sermayeya biyanî li Îranê gihîştiye kêmtirîn asta xwe li 21 salên derbasbûyî û niha bi tenê 500  milyon Dolar sermayeya biyanî li Îranê maye û ew yek li halekê de ye ku paşkevta diraf li Îranê gelek kêm bûye û bi tenê şiyana hawridekirinê bo heyama 4 heyvan heye”.

Her çi qas ku beşek ji berpirsên rêjîma Îranê înkar dikin lê xezîneya banka navendî ya Îranê bi sedema talankirin û nedana deyna dezgeh û berpirsên rêjîmê û nehatina dahat bo vê navenda maliya Îranê, ew wala bûye û heta bûdce bo dana hiqûqên karmendan jî nîne.

Navenda Amar a rêjîma Îranê daye zanîn ku ew rewşa nîşanderê çalişên aborî û hewcehiya lezgîn û hestiyar bo rakêşandina sermaye û bihêzkirina paşkevta dirafê biyanî li Îranê ye.

Nemana sermayeya biyanî, li Îranê zêdetir pêwendîdar bi nebûna ewlehiya kar û rewşa ewlehiya rêjîmê û herwisa daketina şiyana kirina hewcehiyan a xelkê Îranê ye û yek ji holdîngên herî mezin ên biyanî ya Erebistanê a bi navê “Safola” 2 rojan berî niha sermayeya 188 milyon Dolarioya xwe ji Îranê derxist.