Bi sedema kêmbûna wize li Îranê, navendên berhemanîn û pîşeyî li Îranê, karê xwe disekinînin û ew yek roj bi roj li Îranê de berfirehtir dibe û pêka gotina “Ehmed Mehdewiyê Ebherî” 12 navendên din ê pêtrokîmiya Îranê hatine daxistin.
Rêjîma Îranê ti bernameyek bo dabînkirina gaz, berq an şewta bi wec bo navendên pîşeyî û berhemanînê nîne û gelek caran bi gotinên çewt hewla xwederbaskirin ji wan kirîzan didin.
Serokê Encumena Karpêdan a Pîşeya Pêtrokîmiya Îranê, “Ehmed Mehdewiyê Ebherî” li vê derheqê de ragihandiye ku %10 a gaza hewce bo malan dê kêm bikin ku bi vê yekê beşeke wizeya navendên pêtrokêmî dabîn bikin.
Gorî amarên xudî rêjîmê, heta niha zêdetir ji 80 navendên berhemanîna berqê bi sedema nebûna gazê, hatine daxistin lê ti amarek ji navendên pîşeyî û berhemanînê belav nekiriye ku bi sedema nebûna berq, gaz û şewata hewce hatine daxistin.
Xelkê Îranê ku bi sedema qutbûna berq, gaz û şewata hewce bo malan û karên pîşeyî, rastî pirsgirêkên gelek micid hatine û dehan kompanî, şirket û navendên pîşeyî hatine daxistin, dê li malê xwe de jî rastî dijwariyên zêdetir bibin û gaza wan dê bê kêmtirkirin.