Rêjîma Îranê ciwanekî temen 25 salî yê xelkê bajarê Pîranşarê û 2 zarokên xelkê bajarê Mihabadê yên temen 17 salî binçav kirin û bo ciheke nexuya veguhastin.
Pêka rapora Kurdpayê roja Şemî 8ê Befranbara 1403 a Rojî, hêzên îtilaata rêjîmê li bajarê Pîranşarê de bê belgeya yasayî ciwanekî temen 25 salî yê bi navê “Weyse Xefûrî” naskirî bi “Sayko Roj” binçav kirin û bo ciheke nexuya veguhastin.
Herwisda roja 11ê Befranbarê 2 zarokên Kurd ên temen 17 salî yên bi navên “Rizgar Mewlûdî û Kamyar Îzedî” yên xelkê gundê “Seholan”ê ser bi bajarê Mihabadê, ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê ve piştî gazîkirin bo idareya îtilaat a rêjîmê li bajarê Mihabadê, hatine binçavkirin.
Heta belavbûna vê nûçeyê, sedema binçavkirin, tohmetên sepandî bi ser wan welatiyên Kurd û cihê ragirtina wan nehatiye zanîn.