Rêzdar Mistefa Hicrî, Berpirsê Navenda Birîveberiya Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta sersala nû ya Zayînî peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Deqa peyamê wiha ye:
Nûbûna sala Zayînî û hatina sala 2025, li hemû kirîstiyanên cîhanê, rêrevên vê olê û herwisa ew kesên ku sala nû ya zayînî de vê rojê bi cejin digrin, pîroz be.
Li rewşekê de pîrozbahiya sala nû ya Zayînî tê kirin ku Rojhilata Navîn wek devereke çendîn olî û çendîn neteweyî, rastî guherînên micid hatiye.
Li vê rewşê de hivî dikim ku sala nû ya Zayînî û rewşa nû ya siyasî, bibe sedema pêşveçona pêwajoya azadî û nirxên civakî li deverê û aşitiyeke dadperwerane, wekheviya netewan û aramiyê li pey xwe bîne.
Herwisa hivî dikim ku netewên Îranê li encama rewşa îşarepêkirî de rûkê tebayî û azadiyê bi xwe ve bibînin, bi taybet ku rêrewên ola Mesîh û olên din ji aliyê rêjîma komara Îslamî ve û bi navê pîrozî û şerîeta Îslamê, têne serkutkirin û ji azadiyên olî û siyasî û mafên wan ên bingehîn hatine bêparkirin.
Bi hêviya aşitî, tebayî, azadî û wekheviya gelên deverê
Mistefa Hicrî
Berpirsê Navenda Birîveberiya Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê
11ê Befranbara 1403 a Rojî
31ê December 2024