Amerîka bayê 8 milyard Dolaran cebilxaneya balafirên şerker û hêlîkopteran û herwisa gulleyên topan dide Îsraîlê ku li hember êrîş û gefên Îranê û milîsên ser bi vê rêjîmê amadetir be.
Pêka rapora Axsios, Amerîkayê pêşniyareke 8 milyard Dolarî ya cebilxane, daye Îsraîlê ku li hember gef û êrîşên rêjîma Îranê û milîsên ser bi vê rêjîmê amadetir be û ew cebilxane taybet bi balafiran û hêlîkopterên şerker ên Îsraîlê û herwisa gulleyên topan li xwe digre.
Îsraîlê pêştir ragihandibû ku Amerîka bi awayekî bêdeng, dorpêça cebilxane xistine ser Îsraîlê, lê ew yeka dide xuya ku Amerîka amade ye wan cebilxaneyan bi nirxa 8 milyard Dolarî bide Îsraîlê, lê heta niha Îsraîlê ti basek ji vê pêşniyara Amerîkayê nekiriye û renge cura wan çekan pêka daxwaza Îsraîl, bê guherîn.
Pêştir hejmarek ji endamên Kongireya Amerîkayê yên ser bi Hizba Dêmokrat a Amerîkayê daxwaz ji “Joe Biden”, Serkomarê Amerîkayê kiribûn ku li şandina cebilxane bo Îsraîlê, rewşa mafê mirovî berçav bigre û bi tenê li Xezê de wan cebilxaneyan bi kar bîne.