Rêjîma Îranê sizaya salek û 6 heyv hepskirin bi ser welatiyekî xelkê bajarê Nexedê de sepand û herwisa welatiyekî xelkê bajarê Şinoyê bo cîbicîkirina sizaya sepandî bo girtîgeha rêjîmê li bajarê Şinoyê veguhast.
Pêka rapora Kurdpayê, “Selam(Şahîn) Ezerî, welatiyê xelkê bajarê Nexedê ji aliyê taya 1 a dadgeha înqilab a rêjîmê bi dadweriya “Dûstî” li bajarê Mihabadê, bi tohmeta “endametî li yek ji Hizbên Kurdî yên dijberî rêjîma Îranê û herwisa propaganda li dijî rêjîmê” salek û 6 heyv girtîgeh bi ser de hate sepandin.
Navbirî li roja Şemî 27ê Xezelwera 1402 a Rojî li êrîşa hovaneya hêzên îtilaat rêjîmê bo ser cihê karê wî, hatibû binçav kirin û pişêtre mala wî welatiyê Kurd hatibû vekolîn, navbirî li 18ê Rêbendana 1402 a rojî bi danîna barimteya 2 milyard Tumenî bi awayê demkî ji girtîgeha rêjîmê li bajarê Nexerdê hatibû azadkirin.
Herwisa roja Şemî 15ê Befranbarê, welatiyekî Kurd ê xelkê gundê “Taçînawê” ser bi bajarê Şinoyê ku pêştir bi tohmeta “ endametî li yek ji Hizbên Kurdî yên dijberî rêjîmê û propaganda li dijî rêjîmê” li dadgeha rêjîmê li bajarê Şinoyê de bi dadweriya “Ensarî” 3 sal hepskirina ragirtî û salek sizaya hepskirinê bi ser de hatibû sepandin. Bo cîbicîkirina sizaya sepandî bo girtîgeha rêjîmê li bajarê Şinoyê hate veguhastin.
Ew sizaya sepandî piştre bo 3 heyv hepskirin hate guherîn, navbirî li 20ê Xakelêweya 1403 a Rojî bi danînja barimteya 500 milyon Tumenî, bi awayê demkî ji girtîgeha rêjîmê li bajarê Şinoyê hatibû azadkirin.