Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên hovên rêjîmê ciwanekî xelkê bajarê Qesrê Şîrînê kuştin

19:12 - 6 Kanûna Paşîn 2025

Ciwanekî temen 34 salî yê xelkê bajarê Qesrê Şîrînê, li sînorê Perwîxan ser bi bajarê Qesrê Şîrînê, ji aliyê hêzên garada taybet a rêjîma Îranê ve hate kuştin.

Pêka rapora “Hengaw”ê hêzên garda taybet a hêza întizamî ya rêjîma Îranê bi zêdenavê “NOPO”, li bazara sînorî ya Perwîzxan, ser bi bajarê Qesrê Şîrînê bi awayê rasterast û bi çeka kilaşînkofê, teqe li ciwanekî temen 34 salî yê xelkê bajarê Qesrê Şîrîn ê bi navê “Mihemed Ezîzî” kirine û bi 3 gulleyan ew welatiyê Kurd kuştine.

Pêka rapora Hengawê, ew ciwanê kurd li roja pêştir de digel hêzên hov ên îtizamiya rêjîmê tûşî şer û levdanê bibû û hêzên rêjîmê li demjimêrên şevê de êrîşkirine ser wî welatiyê kurd û bi sedema berxwedana navbirî, bi 3 gulleyan ew welatiyê Kurd kuştine.

Herwisa li vê raporê de hatiye ku fermana binçavkirin û teqekirin bi wî welatiyê Kurd ji aliyê berpirsekî rêjîmê li bajarê Qesrê Şîrînê yê bi navê “Elî Rostemî” ve hatiye dan.